hûnê çi bikin eger hûn yan kesekî nêzîkî we tûşî êşan bûn yan sıvkatî pê hat kirin?

När du eller någon i din närhet far illa - kurdiskaThe content concerns Kronoberg

Li vir, hûn ê zaniyaiyan bibînin ka hûn dikarin çi bikin û hûn dikarin biçin kuderê eger hûn yan kesekî nêzîkî we were birîndar kirin yan sıvkatî pê hate kirin.

Li ku derê alîkariyê bibînin?

Ji bo zarok û ciwanan.

(Bris) kesekî pêşkêş dike ku li gel baxive û piştgêriyê bide zarok û ciwanan.

Ungdomsjouren Animo li wir e ku piştgiriyê bide hemî ciwanan, bê ku guh bide nasnameya regezî. Wan xizmetguzariya danustandinê(chat) nenas heye ku her Sêşem û Pêncşem ji 06.00 êvarê ta 08.00 êvarê vekirî ye, û herweha bi rêka (E-Mail) ber deste. Hûn dikarin li ser tiştê ku bixwazin baxivin. Ti mijar ne pir mezin yan jî pir piçûk e.

Familjefrid Kronoberg ji bo zarok û mezinan şêwirmendiya takekesî û çalakiyên bikom pêşkêş dike li ser pirsên grêdaî bi tundûtûjiyê û têkeliyên nêzîk de. Çavên wan hem bı qurbanî û hem bi encamderên tundûtûjiyê dikeve. Ew çi tomaran na hêlin û erkê parastina nihênî li ser wane ye. Piştgiriya Familjefrid piştgêriya bê beramber pêşkeş dike.

Li dema kesek nêzîkî zarokê dimre.

Xizmetên civakî dikarin di her warî de ji şêwirdariyê bigire taku cihê niştecêbûna penagehî bi we re harîkar bin. Peywendiyên xwe grêdin bi şaredariya xwe ya civakî re:AlvestaLesseboLjungbyMarkarydTingsrydUppvidingeVäxjöÄlmhult

Dinarattigheter.se zaniyariyan li ser mafên we yên derbarî stemkariya ji ber namûsê pêşkêş dike. Hêleka danustandnê (chat) ya piştgirî heye û herweha piştgirîya (E-Mail) jî heye. Malper ji aliyê (Save the Children) ya Swêdî ve tê birêvebirin.

Jagvillveta.se malperek e tê de ciwan dikarin bêtir agahiyan wergirin li ser tiştên ku li dijî yasa ne, tu dikare bizane hestê te çawa ye li dema tu tûşî kiryarekî tawanbarî  dibe  û harîkariyê çawe wergire.

Killfrågor.se bi rêka xizmetguzariya danustandinê(chat)  piştgirî dide xortên temenê wan dinavbera  10-18 salî de.

Tris.se tê wateya 'Tjejers rätt i samhället', ku ew jî tê wateya 'mafên keçan di civakê de'. Ew hêleka germ û piştgiriyê  pêşkêş dikin ji bo kesên tûşî tundûtûjiyê ji ber namûsê bûne.

Ungasjourer.se hemû girûpên piştevanyê yên li Swêdê kom dike yên ku ji bo piştgirî û bi hêzkirina zarok, ciwan û mezinan kar dikin!

Ungarelationer.se piştgirî û agahiyan dide kesên ta temen 20 salî ku di têkiliya xwe de bûne qurban , hevalên qurbaniyan û tawanbaran. Hûn dikarin her êvar ji demjmêr 20.00-22.00an bi şêweyekî nenasî baxvin. Li vir hûn dikarin li ser cûrên tundûtûjiyê, nîşanên hişyariyê û têkiliyek baş jî fêr bibin.

Eger hun gefa êrîş bikin, li hember kesên din tundûtûjiyê bikin yan êrîşî wan bikin

Piştgiriya kesên ku gefa êrîşê dikin, tundûtûjiyê li ser kesên din dikin yan jî êrîş dikin.

Familjefrid Kronoberg ji bo zarok û mezinan şêwirmendiya takekesî û çalakiyên bikom pêşkêş dike li ser pirsê grêdayî bi tundûtûjiyê û têkeliyên nêzîk de. Çavpêkeftinê encam didin hem bi qurbanî û hem bi tawanbarên tundûtûjiyê re. Ew çi tomaran na hêlin û erkê parastina nihênî li ser wane ye. Piştgiriya Familjefrid piştgirıya bê beramber pêşkeş dike.

Hunê çi bikin eger kesekî hun azar dan yan sivkatî bi we kir?

Kvinnofridslinjen hêla harîkariya niştimanî ya jinan  ya Swêdê ye û 24 demjmêran bi têlefonê şêwirmendiyê pêşkêşî dike. Ew dikarin harîkariya we bikin ji bo bidestve anîna hûrgiliyên peywendiya komelayetî û peywendiya komelayetî ya lezgîn û xizmetguzariya harîkariya jinan. Peywendî bê beramber e û di jimarnama têlefonê  naye diyar kirin. jmara têlefonê: 020-50 50 50.

Kvinnojouren Blenda jinên ji Alvesta, Lessebo, Tingsryd, Uppvidinge û Växjöyê ku bûne qurbanê tundûtûjiyê werdigrin. Ew amojgarî û şîretan pêşkêşî  wan jınan dikin yên ku bûne qurbanê tundûtûjiyên coracor û binpêkirinê. Têkilî li gorî mercên jinê û li gorî pêwîstiya wê pêk tê, û hûn dikarin nenas kirî bimînin dema ku peywendiyê bi wan re bikin.

Kvinnojouren Märta jinên ji Ljungby, Markaryd û Älmhult ku bûne qurbanê tundûtûjiyê werdigrin. Ew amojgarî û şîretan pêşkêşî  wan jınan dikin yên ku bûne qurbanê tundûtûjiyên coracor û binpêkirinê. Têkilî li gorî mercên jinê û li gorî pêwîstiya wê pêk tê, û hûn dikarin nenas kirî bimînin dema ku peywendiyê bi wan re bikin.

Xizmetên civakî dikarin di her warî de ji şêwirdariyê bigire taku cihê niştecêbûna penagehî bı we re harîkar bin. Peywendiyên xwe grêdin bi şaredariya xwe ya civakî re:

AlvestaLesseboLjungbyMarkarydTingsrydUppvidingeVäxjöÄlmhult.

Familjefrid Kronoberg ji bo zarok û mezinan şêwirmendiya takekesî û çalakiyên bikom pêşkêş dike li ser pirsê grêdaî bi tundûtûjiyê û têkeliyên nêzîk de. Çavên wan hem bı qurbanî û hem bi encamderên tundûtûjiyê dikeve. Ew çi tomaran na hêlin û erkê parastina nihênî li ser wane ye. Piştgiriya Familjefrid Kronoberg piştgirıya bê beramber pêşkeş dike.

piştevaniya qurbaniya( Kronoberg) xizmetguzariyka piştevanî ye bi şêweyekî bineretî peywendî bi pêşkêş kirina rawêjkarî û amojgariya praktîkî heye bo qurbaniyan yan şahidhalên tawana, yan kesûkarên qurbaniyên tawanan yan gomanlêkirî.

Manscentrum i Stockholm navendek qeyrana mêran e û ji ber hala COVID-19 qada dermanên xwe yên ji dûr ve berfireh dike. Bi vî rengî çareserkirin bi rêka serhêl yan bi têlefonê tê kirin. Ji bo bêtir zaniyarî, (E-Mail): kriscentrum@manscentrum.se yan peywendiyê bi vê jimarê bikin 08-6431183.

Roks, Rêxistina Niştimanî ya penageha Jinan û penageha Jinên Ciwan li Swêdê, li seranserê welat navendên lezgîn hene ku bi têlefonê piştevaniyê didin jin û keçan, û hem jî destpêşxeriyên din.

Terrafem taka hêla germ ya seranserî Siwêdê ji bo jinên ku bi resen biyanî ne bi rêve dibe. Jın niha dikarin bi 43ê zimanan piştgirî û amojgariyê wergrin. Jimara têlefonê:  020- 52 10 10. Peywendî di jimarnama têlefonê de naye diyar kirin.

Unizon Navendên lezgîn li seranserê welat hene ku bi rêka têlefonê piştgirî didin jin û keçan, her weha destpêşxeriyên din. Her weha hindek  navendên lezgîn jî hene armanca wan qurbaniyên tundûtûjiya mêran e.

Hedersfortryck.se Agahî hene ji bo qurbaniyan û yên ku dixwazin li ser stemkariya ji egerê  namûsê bêtir fêr bibin.

Bris Hêleka têlefonê ya semiyanan heye(dayik û bav) ku tê de mezin jî dikarin şîret û piştgiriyê wergirin.

Komela niştîmaniya navendên piştevaniyê bo qurbanyên seksiya xizmayetî û destdrêjiya seksî yên din li dema zaroktiyê de (RISE) (The National Association of Support Centres for victims of incest and other sexual assaults in childhood)Amade ye ji bo jinên ku di zarokatiyê de bûne qurbanê destdirêjiya seksî. Li Komeleyê hêleka germ heye (08 - 696 00 95) ku hûn dikarin ji bo piştgirîyê têlefonê bikin.

Komeleya Niştîmanî ya Navendên Krîzê yên Swêdê ji bo Mêran rêxistinek giştkir e ji bo navendên piştgiriya mêran dikin di qeyrana de . Li vir hûn dikarin hûrguliyên peywendiyê yên navendên qeyrana yên mêran li seranserê welat bibînin.

RFSL’s Victim Support for LGBTQ people ji bo kesên LGBTQ bi rêka têlefonê şêwirmendiyê pêşkêşî dike.Piştgiriya qurbanan ya Swêdê (Victim Support Sweden) piştgirî dide qurbanên tawana.

Kom till oss Malpera zaniyariyên polîsên Swêdê ye ji bo tawanbarên di peywendiyên nêzîk de.

Jourhavande medmänniska rêxistinek ne bo qezencê ye ku bi rêka danustandn(chat) û bi têlefonê şêwirmendiyê pêşkêşî dike.

To the top of the page