Lênerîna zarokan

Desteka dêûbavîtiyê li Västmanland

Föräldraskapsstöd - nordkurdiskaThe content concerns Västmanland

Ev lînk nivîseke bi swêdî vedike

Di jiyana zaroka xwe de tu weke dê, bav an jî ehlê nêzîk kesê herî girîng î, lewra derfeta ku tu bikaribî tesîreke baş li ser tenduristiya zarokê bikî mezin e. Gelek caran mirov nizane bê çi bike û çawa bifikire û lewra baş e haya mirov jê hebe bê çi destek û alîkariyê mirov dikare bistîne. 

Desteka dêûbavîtiyê şêweyekî dayina alîkariyê ye da ku şîyana dêûbavîtiyê û têkiliya navbera dêûbavan û zarokan xurt bike. Hebûna têkiliyeke baş a navbera zarok û dêûbavan şertên pêşketina zarokê heta ku zarok kamil dibe xweştir dike.  

Di malpera www.1177.se/vastmanland/foraldraskapsstod de agahiyên li ser desteka dêûbavîtiyê hene. Li wir tê nivîsandin bê mirov dikare çi alîkariyê wergire û bê li şaredariya tu bi xwe lê dimînî çi pêwendî hene. Di vê pelika tu dixwînî de jî tu dikarî derheqê aktorên heyî de agahiyên bi zimanê xwe bibînî. Em li vir peyva dêûbav bi kar tînin û mebesta me bi vê hem dêûbavên bîyolojîk in, hem jî serperiştê zarokan an jî salmezinên din in ku berpirsên zarokan e.

Lênerîna tenduristiya dayik û zarokan

Lênerîna tenduristiya zarokan, tedawî û alîkariyê dide jinên ducanî. Ew herwiha bi riya grûpên dêûbavan, amadekariyên welidandinê û destekê dide dêûbavan. Li navendên lênerîna dayikan, MVC, an jî miayenexaneya pîriktiyê  piraniya caran pîrikên zarokan hene. Li wir tu dikarî herwiha destek û pêşniyazên derbarê adetên xwarinê û navgînên bergiriya ducanîbûnê bi dest bixî. 

Li navenda lênerîna zarokan, BVC, ji wextê zarok jidayik dibe û heta dest bi sinifê pêşdibistanê dike zaroka te tê miayenekirin û vaksînkirn. Tu wekî dêûbav dikarî destek û şîretên li ser tenduristî û pêşketinê wergirî. Ev miayenexane piranî li navendên lênerînê yan jî navendên malbatan e, lê ew dikarin ziyareta mala te jî bikin. Serdana BVC bi dilxwazî ye û ji hemû dêûbavan re vekiriye. Ziyaretkirina BVC belaş e.

Piskiyatriya zarok û ciwanan, tedawiya zarok û ciwanan û klînîkên zarokan gava nexweşiyeke zarokê yan jî astengdariyek hebe destekê dide dêûbavan. Tedawiya berdewamî, habilitasyon ji bo kesên astengdar e. Di vê rewşê de ehlên nêzîk jî dikarin destek û agahiyan wergirin.

Pêşdibistana vekirî

Pêşdibistana vekirî ji bo dêûbav û berpirsên wan zarokan e ku li pêşdibistana normal qeyda wan tune ye. Li vir îmkan hene zarok bilîzin, di atmosfereke teşwîqkar de zarokên din bibînin û di heman demê de dêûbav bi hev re tecrûbeyên li ser zarokan parve bikin. Pedagogên pêşdibistana vekirî jî dikarin bersiva pirsên li ser zarokan û rola dê yan bavîtiyê bidin.

Xebatên pêşdibistana vekirî piranî belaş in û li gor şaredariyan dikarin cudahî hebin. Beşdar ne pêwist e xwe qeyd bikin, kengî xwestin hingî dikarin serdana wê bikin. Pêşdibistana vekirî ji bo dêûbavên biyanî jî dikare roleke ciyê civînê bibîne û mecalê bide ku mirov di civaka Swêd de pêwendiyan deyne.

Navenda malbatan

Mebest bi navenda malbatan hevkariya navbera lênerîna tenduristiya dayikan, lênerîna tenduristiya zarokan, pêşdibistana vekirî û xizmeta civakî ye bo xebatên bergiriyê. Carinan girêdayî navenda malbatan hin destekên din ji bo dêûbavan hene . Pîrik, hemşîre, mamosteyên pêşdibistanê, sekreterên sosyalê û carinan rêberên malbatan, rêberên dema vala, pisîkolog û doktor li wir kar dikin. Amanca hemû kesên li navenda malbatan kar dikin pêşdebirin û başkirina tenduristiya zarokê ye. Xebat berê xwe dide zarokan, dêûbavan û ji bo pêşdebirina tenduristiyê û piştgiriyê kar dike da di wext de dijwariyan ji holê rake.

Pêşdibistan û dibistana seretayî

Pêşdibistan, dibistana seretayî û dibistana seretayî ya taybet ciyên girîng in ku di wan de zarok, dêûbavên wan û pedagog hevkariyê dikin. Di salên pêşdibistanê de û salên destpêkê yên dibistanê de hevdîtinên ku tu rojane bi pedagogan re dikî -dema tu zarokê dibî û tînî- ji bo te weke dê yan bav alîkariyeke girîng e. Ew herwiha mecaleke baş a dabeşkirina agahiyan û hevkariya ji bo zarokê ye. Ciivînê dêûbavan, êvarên agahîdayinê û axavtinên pêşveçûnê hin mînak ji fersendên din in.

Tenduristiya xwendekaran

Li tenduristiya xwendekaran a dibistanê ji bo başbûna zarokê mirov dikare ji dema pêşdibistanê heta lîseyê destek û alîkariyê wergire, xwe pêş bixe û fêrî tiştên nû bike. ’Tenduristiya Zarokan’ derbarê dilxweşiya li dibistanê, adetên tendurist ên jiyanê , halê derûnî, pirsgirêkên rabûnûrûniştinê û astengdariyê agahiyan dide. Bi mebesta destekdayinê hem bi zarok hem bi dêûbavan re diaxive. Li wir li zarokê tê nerîn û tê vaksînkirin. Hem zarok hem jî dêûbav dikarin ji sinifê pêşdibistanê heta bi lîseyê serdana tenduristiya xwendekaran bikin.

Xizmeta civakî

Carcaran dêûbav dikarin şiyana xwe kêm bibînin. Wek nimûne rewşa zarokên xwe li pêşdibistan/xwendegehê têr nebînin an jî zarok işaretên pêşveçûneke xeter nîşan bidin. Hingî dêûbav dikarin pêwendiyê bi xizmeta civakî ya şaredariyê re deynin da ku destekê wergirin. Eger endîşeya te ji bo zarokekê hebe, herçend ew ne zaroka te jî be tu dikarî li xizmeta civakî bigerî da ew alîkarî û destekê bidin.

Xizmeta civakî alîkariyê dide malbatê, malbatên têkildar û ehlan. Alîkarî piranî li gor nirxandina pêdiviyan e, yanî vekolînek tê kirin û li gor Qanûna Xizmeta Civakî piştgiriya tê heqkirin tê dayin. Malbatên xwedî zarokên astengdar dikarin di çarçoveya Qanûna Alîkarî û Xizmetê, LSS de alîkariyê bixwazin. Dibe ku ji bo zarokê alîkariya mayina demkurt, pêwendîdar û ji malê re alîkariya guhertina nobetê were standin. Malbatên ku zarokên wan ên astengdar hene dikarin serî li rêberiyê, desteka praktîkî ya malê bidin, li gelek şaredariyan ji vê re dibêjin desteka malê.

Desteka dêûbavîtiyê ser înternetê

Gelek malper hene ku agahî û pêşniyazên derbarê mijarên cuda yên ser lênerîn û pêşdebirina zarokan belav dikin. Du malperên wiha ”1177.se” û ”Gravid.se” ne ku agahiyên di wan de ji aliyê pisporan ve hatine piştrastkirin.

Civaka sivîl

Rêxistinên civaka sivîl yên wekî komeleyên sporê, çandê, tenduristiya pisîkiyatrî, rêxistina mafê zarokan BRIS, Parastina Zarokan, yekîtiyên xwendekaran, cemaet û dêran alîkariyê didin.

Gelek dêûbav pêwendiya bi hin civakên sivîl re hêsantir dibînin, wek mînak wergirtina alîkariyê li ciyên ku sektora giştî tuneye, yan jî babeteke ku mirov weke şexs nêzîktirî xwe dibîne.

To the top of the page