Testgirtina xwebixwe ya HPV li herêma Västmanland

Självprovtagning för HPV i Västmanland - nordkurdiskaThe content concerns Västmanland

Eger tu 30 salî yan mezintirî û dema wê hatibe tu testên şaneyê bigrî tûpikê testgirtinê wê ji te re bê şandin. Hingê tu dikarî di şûna ku herî kînîkal pîrika zarokan testê li malê bigrî. Encama testê bi qasî girtina li cem pîrika zarokan piştrast e. Eger tu bixwazî dîsa jî pîrik testa te bigre, divê tu li klînîka pîrika zarokan wextekî veqetînî.

Encama testê

Test nîşan dide bê HPV, humant papillomvirus, li te heye. Di bersivê de tê zanibî bê di testê de HPV heye yan na. Enfeksiyona HPV a demdirêj dikare di malzarokê de bibe sebeba guhertina şaneyan.

Di malzarokê de guhertina şaneyan

Guhertinên şaneyan bi gelemperî xwe bi xwe baş dikin, lê hin celeb guhertinên şaneyan ji bo ku nebine kanser divê werine dermankirin.

Eger te vaksîna HPV li xwe dabe

Eger te vaksîna HPV li xwe dabe jî gereke tu testa xwe bigrî ji ber ku vaksîn li hember hemû cureyên HPV ku dibine sebeba guhertina şaneyan te naparêze.

Tûpikê testgirtina HPV kengê bi kar neyênî

  • Eger tu ducanî bî, ji ber ku hingê pîrik testê digre.
  • Eger berê bi ameliyatê malzaroka te jêkiribin.
  • Dema tu bixwazibî ji bo testgirtinê pîrika zarokan alîkariya te bike.

Tê wiha testê bigrî

Tu dikarî bi darikekî serê wî pembû testê bigrî.

  • Darik bi qasî 5 santîmetreyan têxe vajînayê.
  • Darik bibe ser hêtên vajînayê û çend doran bizîvirîne. 
  • Darik têxe lûleya testê û destik bişkîne.
  • Qapaxê asê bike û lûleyê têxe zerfa ku pê re hatî.
  • Paşê ji bo şandinê zerfê têxe tûpikê testê.

Tarîfeke bi hûrgilî bi tûpikê testê re tê. 

Eger di testê de şaşiyek derkeve

Kêm caran şaşiyek di testê de derdikeve. Eger xeletî derkeve bi nameyekê wextek ji klînîka pîrika zarokan wê ji te re bê şandin da ku li wir tu testa xwe bigrî.

Mirov nikare testeke nû ya xwebixwegirtina HPV sîparîş bike

Eger xeletiyek bi materyalê testgirtinê were (wek mînak şilî bi tûpik de rijiyabe) tu nikarî tûpikekî nû yê xwebixwegirtinê sîparîş bikî. Di şûna wê de tu dikarî pêwendiyê bi klînîka pîrika zarokan re deynî da ji bo testgirtina şaneyê wextekî veqetînî.

Pêvajoya piştî testgirtinê

Eger test nîşan bide ku HPV li te heye çar heftiyan piştî ku test hate analîzkirin dê bangî te were kirin da tu li cem pîrika zarokan testê bigrî. Hingê pîrika zarokan testeke HPV û testa guhertina şaneyan di malzarokê de digre.
Eger di malzaroka te de guhertina şaneyan hebe ji bo lênerîne doktor dê bangî te bike.

Eger HPV li te nebe ne pêwist e tu tiştekî bikî.

Testgirtina xwebixwe ya HPV bi qasî testgirtina HPV a pîrikê ewle ye

Tecrûbeya dirêj a lêkolînan nîşan dide ku testgirtina xwebixwe ya HPV bi qasî testgirtina HPV a pîrika zarokan bi ewle ye.  

Tu dikarî mîna pîrika zarokan baş testê bigrî

Dema mirov xwebixwe testa HPV digre ne pêwist e mîna dema ku pîrika zarokan testa şaneyan digre bixî nav vajînayê. Zîvirandina darik çend caran li dora vajînayê bes e. Hingê mirov şaneyên ji bo analîzkirina bê di testê de HPV heye yan na berhev dike.

Berê di şaneyên min de guhertin çêbûne û loma ez girîng dibînin ku test bi rêkûpêk were girtin, ez ê çawa zanibim ku ez dikarim bi xwe bikim?

Eger vê dawiyê guhertina şaneyan bi te re çêbûbe û ji rêkûpêkiyê zêdetir ew ê bêne kontrol kirin, dê ji bo testgirtina xwebixwe ya HPV bangî te neyê kirin. Lê eger guhertina şaneyan bûbe û li gorî şema birêkûpêk ew ê bê kontrolkirin dibe ku testgirtina xwebixwe ji te re were şandin.

Testgirtina xwebixwe ya HPV ji van kesan re tê şandin

Eger tu 30 salî yan meztir bî û vê dawiyê şaneyên te guherîbin testgirtina xwebixwe ya HPV dê ji te re were şandin. Eger ew ji te re nayê şandin dê wextek li cem pîrika zarokan ji te re were da ku li wir testa şaneyan were girtin.

Cudahiyên navbera testgirtina şaneyan ji aliyê pîrikê ve û testgirtina xwebixwe ya HPV

Dema testa şaneyan li klînîka pîrika zarokan tê girtin pîrik şaneyan ji vejînayê berhev dike. Ji ber vê yekê ne hewce ye mirov di testgirtina HPV a xwebixwe de ji malzarokê şaneyan berhev bike, ne mimkun e mirov bi xwe bikaribe vêya bike.

To the top of the page