Sohbeta 12 saliyan li Högsby hälsocentral

12-års snack på Högsby hälsocentral - kurdiskaThe content concerns Kalmar län

Ji bo te yê ku dibe nûciwan yan dêûbavê nûciwanekî û alîkarî dixwaze Tendrûstiya Zarok û Ciwanan (Barn- och ungdomshälsan) li Navenda Tendrûstiya Högsbyê sohbeta 12 saliyan pêşkêş dike.

Nûciwanî û dêûbavîtiya nûciwanekî dikare tiştekî gelekî xweş be. Lê em dizanin ev her weha beşekê jiyanê ye ku tê de gelekî guhertin pêk tên, hem li cem te weke nûciwan û hem jî ji bo dêûbavan. Meriv dikare stres, endîşe û xemgînî hîs bike û zehmet be ku meriv zanibe ka çi normal an nenormal e. Minaka pirsên ku dibe ku meriv mecbûr be li ser biaxive danûstendin, xewkirin, stres û dema li pêş ekranê ye.

Em dixwazin ji bo we îmkanan çê bikin ku bi tevî me li ser vî tiştî biaxivin yan bahsa fikrên xwe yên din bikin. Bi vê armancê em dêûbav û te yê ku 12 salî ye dawetê civînek dikin ku em jê re dibêjin sohbeta 12 saliyan. 

Sohbet çawa pêk tê?

Hun dê ji bo sohbetek ku 45 deqîqe dajo me li Tendrûstiya Zarok û Ciwanan bibînin. Sohbet an dê li Högsby hälsocentral an jî de bi rêya 1177.se bi awayeke dîjîtalî pê bê.

Wisa wext vediqetînî

Randevuya ji bo sohbetê bi rêya hesabê dêûbav bi têketina e-xizmetên Rêbernameya Lênêrînê  1177 (Vårdguiden) tê girtin.

  1. Biçe ser www.1177.se
  2. ”Logga in” hilbijêre
  3. Bi e-nasnameya (e-legitimation) xwe têkeve (Logga in)
  4. Di bin sernivîsa Agera ombud (Wekîltî bike) de navê zarokê bitikîne.
  5. Di bin sernivîsa Mottagningar de ”Hitta och lägg till” hilbijêre
  6. Li Tendrûstiya Zarok û Ciwanan (Barn- och ungdomshälsa) ya Västervikê bigere.
  7. Hilbijêre: Boka tid (wext veqetine)
  8. Cureyê wexta sobeta 12 saliyan (tidstypen12-årssnack) hilbijêre û wextek ji bo sohbetekê hilbijêre.
  9. Jibîr neke wext piştrast bike

Têkilî

Heger pirsên te hebin bi me re têkilî dayne: bou@regionkalmar.se.

To the top of the page