Mammografî

Te ji bo mamografiyê bangek wergirtiye

Du har fått en kallelse till mammografi - nordkurdiska

Li Swêdê hemû jinên ku digihine salekê ji bo rontgenê singê bi awayekî nizamî têne vexwestin. Navê vê miayeneyê screening e. Ji bo were dîtin ka bi te re nîşanên kansera singê derdikevine holê yan na screening tê çê kirin. Heye bêyî ku tu ferq bikî kansera singê bi te re çê bibe. Eger mirov vê kanserê zû teşhîs bike şansê jêxelasbûnê jî zêde dibe. Di screeningê de hema bêje tim kansera singê dikare zû were dîtin û merheleyên wê yên pêşî jî têne keşif kirin.

Hin guhertinên kanserê yên zû tu caran nabine kansera bitehlûke, lê mirov ji serî ve nikare vê bibîne û zanibe. Loma hemû guhertinên kanserê yên zû weke kansera bitehlûke têne tedawî kirin. Ango heye carinan piştî sceeningê bêyî ku lazim be tedawiya kanserê were kirin.

Miayeneya mamografiyê zû derbas dibe. Tu amadehî hewce nakin. Hemşîreyên bi perwerdehiya taybet di dema serdanê de alîkariya te dikin û miayeneyê pêk tînin.

Di banga swêdî ku te wergirtiye de heye ka tu yê biçî kûderê û ka kîjan wext ji te re hatiye veqetandin. Eger tu wê demê nikaribî tu dikarî wextekî nû veqetînî. Screening bi dilxwazî ye, ango ne bi zorê ye. Divê di serdanê de nasnameya te bi te re be. Tu dikarî herwiha kesekî weke heval bi xwe re binî.

To the top of the page