Li Herêma Västmanland testgirtina HPV a xwebixwe dikeve dewrê
HPV egenprovtagning i Västmanland - nordkurdiskaThe content concerns VästmanlandDi 2022ê de Herêma Västmanland wê dest pê bike tûpikên girtina testa HPV ji jinên ser 30 salî re bişîne. Girtina testa xwebixwe alternatîveke girtina testa HPV ya li cem pîrikê ye.
Test çi nîşan dide
Test (tehlîl) hebûna HPV, humant papillomvirus nîşan dide. Di bersivê de tê nivîsandin bê HPV li te heye yan na. Enfeksiyona HPV a demdirêj dikare bibe sebeba guhertina şaneyên jêrmalzarokê.
Eger te aşiya HPV li xwe xistibe
Eger te aşiya HPV li xwe xistibe jî gereke tu testa xwe bigrî ji ber ku aşî te ji hemû cureyên HPV, ku dibe sedema guhertina şaneyan naparêze.
Kengî ez tûpikê HPV yê testa xwebixwegirtinê bikar nayênim?
- Eger tu ducanî bî, ji ber ku hingî divê test ji aliyê pîrikê ve were girtin.
- Eger berê bi ameliyatê malzaroka te jêkiribin.
- Eger pirsên te yên din hebin an jî tu ji bo girtina testê alîkarî bixwazî.
Guhertina şaneyên jêrmalzarokê
Gelek caran guhertina şaneyan bi xwe baş dibin, lê hin guhertinên şaneyan divê tedawî bibin, yan na ew dikarin bibine kanser.
Ez çawa testa xwe bigrim?
Testa xwe bi alîkariya darikên serê wan pembû bigre. Darik têxe vajînaya xwe, piştre darik têxe tûpikê testê û tûpik têxe zerfa ji te re hatî. Zerfê bavêje qutiyeke normal a postê. Bi pakêta testê re agahiyên berfireh têne şiyandin.
Piştî girtina testê çi dibe?
Eger test nîşan bide ku HPV bi te re heye dê ji bo girtina testa şaneyan li cem pîrikê bangî te were kirin. Herî zû 3 mehan piştî bersiva testê dê bangî te were kirin. Hingî pîrik hem testa te ya HPV û hem jî guhertina şaneyên jêrmalzarokê digre.
Eger di jêrmalzarokê de guhertina şaneyan hebe ji bo lênerîna doktor dê wext ji te re were veqetandin.
Eger HPV bi te re nebe ne pêwist e tu tiştekî din bikî.
Çima bersiva testa min û şopandina testgirtina min wext digre?
Wextê navbera testgirtinan, îmkanê dide enfeksiyona HPV da baş bibe. 3-4 mehan li bendêmayina testa pîrikê tu xeteran bi xwe re nayêne.
Gelo testgirtina xwebixwe ya HPV mîna testgirtina HPV li cem pîrikê ewle ye?
Belê. Lêkolînên dirêj ên bi tecrûbe nîşan didin ku girtina testa HPV a xwebixwe mîna girtina testa HPV li cem pîrikê ewle ye.
Ez ê çawa karibim testê mîna pîrikê baş bigrim?
Gava pîrik testa şaneyan digre ew darik pir kûr dibe. Gava mirov bi xwe testa HPV digre ne pêwist e darik bi qasî ya pîrikê kûr here. Çend caran zîvirandina darik di vajînayê de kafî ye. Hingî di testê de têr şaneyên pêwist ji bo analîzkirina bê HPV heye yan na kom dibin.
Berê guhertina şaneyan bi min re çêbûye û loma bi min nemaze girînge test durist were girtin, ez ê çawa zanibim ku ez durist digrim?
Eger berî nuha bi çendakî guhertina şaneyan bi te re çêbûbe û ji rutîna heyî pirtir caran tu diçî kontrola wan, hingî girtina testa xwebixwe ya HPV dê ji te neyê xwestin. Lê eger guhertina şaneyên te li gor dema rutînan tê kontrolkirin girtina testa xwebixwe ya HPV dê ji te were xwestin.
Girtina testa HPV a xwebixwe ji kê tê xwestin?
Eger tu 30 salî yan jî meztir bî û berya nuha guhertina şaneyan bi te re çênebûbe girtina testa HPV a xwebixwe dikare ji te were xwestin. Eger girtina testa xwebixwe ya HPV ji te neyê xwestin, li gor rutîna normal li cem pîrikê gereke wextekî girtina testa şaneyan ji te re were şiyandin.
Çi cudahî di navbera testa şaneyan ku pîrik digre û testa HPV ku mirov xwebixwe digre de heye?
Gava pîrik testa şaneyan digre ew şaneyan ji jêrmalzarokê û vajînayê kom dike. Lê gava mirov testa HPV a xwebixwe digre mirov tenê ji vajînayê şaneyan kom dike. Ango ne pêwiste mirov bi xwe şaneyan ji jêrmalzarokê kom bike û ji xwe ne pêkan e mirov bixwe karibe ji jêrmalzarokê şaneyan kom bike.