Lênerîna piştî zayinê ya li malê
BB Hemma - nordkurdiskaJi bo te yê ku piştî zayinê li malê lênerînê werdigire
Lênerîna piştî zayinê ya li malê (BB Hemma) şêwazekî lênerîna piştî zarokanînê ye. Ew pêşkêşî dayik û zarokên nû hatine dinê û rewşa wan baş tê kirin. Ev awayê lênerînê tê wateya ku hûn dikarin herî zû şeş saetan piştî zayinê biçine malê û paşê kontrolên normal li mala we têne kirin - li şûna ku hûn li BB bimînin an jî dema pêwist bû vegerine klînîka serdanên paşîn.
Eger hûn şertên lênerîna li malê bicî bînin, alîkariya pîrika BB hemma bi berdewamî tê pêşkêş kirin. Lênerîn van xalan dihewîne:
- Serdana malê
- Têkiliya telefonî
- Axavtina vîdyoyî
Hûn li malê heman lênerîna ku li nexweşxaneyê tê dayin werdigirin. Heftiya pêşî tu û zarok têne kontrol kirin, û hûn weke dêûbavên nû alîkariya destpêkî werdigirin.
Berî vegera malê divê:
- Dayik û zarok baş bin
- Zarok ji aliyê doktorê zarokan ve hatibe kontrol kirin
- Zarokê dest bi xwarinê kiribe
- Oksîjenkirin û zerika muhtemel hatibe kontrol kirin
Girîng e hûn jimare telefoneke rast bidin û dema em telefon dikin hûn bersivê bidin, ji ber ku yan na em nikarin serdanên malê plan bikin.
Bêguman eger pêwist be derfeta mayina li BB heye.
Serdanên malê
Ji bo me girîng e em destpêkek heta mimkun be dilrehet bidine we û alîkariya pêwist bidine hemû malbatê.
Roja piştî çûna we ya malê, navbera saet 08:00-10:00 pîrikek telefonê dide we. Em dipirsin ka hûn çawa ne û bê saetên pêşî li malê çawa derbas bûne. Em bi kêfxweşî bersiva pirsên heyî didin û eger pêwist be em dikarin heman rojê serdana malê bikin, mînak eger ji bo şîrdana zarokê piştgirî hewce be.
Serdana pêşî ya malê bi giştî 48 saetan piştî ҫêbûna zarokê pêk tê. Hingî jî pîrik sibê telefon dide da berya sardana malê wextekî veqetîne. Di serdana malê de oksîjen, zerik, giraniya zarokê tê kontrol kirin û testa bi nave PKU tê kirin. Testa PKU nimûneyeke xwînê ye û ji hemû zarokên li Swêdê nûhatî tê girtin.
Eger pêwist be, bêhtir serdanên male têne kirin. Mînak dibe ku pêwist be em zerik, giranî yan jî şîrdana zarokê bişopînin. Hûn jî dikarin rojane bi telefonê rewşê bişopînin.
Pêwendî
BB Västerås
021 17 31 46
Her dem vekiriye
BB Klînîka serdan û şîrdanê
021 17 31 17
Vekirî 08.00-15.30