Covid-19

Vaksenlêdan (Aşîlkirin) li dijî Covid-19

Så bokar du vaccination mot covid-19 - nordkurdiskaThe content concerns Stockholms län

Herêma Stockholm’ê li gor derfet û li gor hebûna vaksenê, vaksenlêdana li dijî Covid-19 pêşkêşî hemî niştecîhên ji ser 18 salan re dike. vaksînekirin dê alîkariya me bike ku em belavbûna enfeksiyonê kêm bikin û bi vî rengî metirsiya rûdanên nexweşiyekî giran û mirinê kêm bikin. Ji ber vê yekê, girîng e heta ku mimkin e pir kes vaksenlêdanê hilbijêrin.

Heger Bank-ID a (nasnameya we ya bankê û çar jimareya we ya kesane) we hebe, hûn dikarin bi rêya nermalava bi navê Alltid Öppet (her dem vekirî) bi Swêdî / Îngilîzî bo xwe dem bistînin.

Gelo hejmara te ya kesane tune? Wê gavê seredana cihekî tendurustiyê bike ew yê alîkariya te bikin.

Heger we hejmara kesane heye lê Bank-ID tune ye, hûn dikarin bi telefona demgirtinê demê bistînin:

  • Swêdî 08-428 429 30
  • Îngîlîzî 08- 428 429 2
  • Erebî 08-428 429 01
  • Fînî 08-428 429 03
  • Farisî 08-428 429 08
  • Polonî 08-428 429 09
  • Rûsî 08-428 429 11
  • Somalî 08-428 429 02
  • Spanî 08-428 429 12
  • Tîgrînya 08-428 429 04
To the top of the page