Vaccin mot covid-19 i Region Norrbotten

Du som är 65 år eller äldre kan boka vaccination mot covid-19.

Du kan inte ringa 1177 eller din hälsocentral för att boka vaccination.

Ring 11313 om du behöver hjälp med att hitta information om covid-19.

WERGIRTINA TAHLÎLA HUCREYÎ YA JINEKOLOJIYÊ

Vexwendina ji bo dana nimûneya şaneya jînekolojîk ji te re hatiye şandin

Du har fått en inbjudan till att lämna ett gynekologiskt cellprov - nordkurdiska

Hemû jinên li Swêdê yên di navbera 23 û 60 salî de ji bo dana nimûneya şaneya jînekolojîk tên vexwendin. Bi tehlîla şaneya jînekolojîk re mirov dikane li hember kansera gewrîya malzarokê xwe biparêze. Gelek nexweşî gav bi gav belav dibin û heta ku mirov bi nexweşiyê dihese wext derbas dibe. Kansera gewriya malzarokê nexweşiyeke wiha ye. Lê berya ku kanser li laş belav bibe, bi tehlîleke hêsan, ku tenê çend deqîqeyan digire mirov dikane guhertinên şaneyan keşif bike. Ev guhertin bi mudaxeleyeke hêsan dikane ji holê were rakirin.

Di van 50 salên dawî de hejmara jinên ku li Swêdê kansera gewriya malzarokê li wan xistiye daketiye nîvî. Sedema vê ew e ku jin binîzam nimûneyên şaneya jînekolojîk didin.

Di vexwendina bi swêdî ku te wergirtiye de miayenexaneya ku tê biçiyê, roj û saet nivîsandî ne. Divê nasnameya te bi te re be. Dema tu hatî pîrikên bi perwerdeya taybet dê li te binêrin. Nimûne ji binzikê mirov tê girtin û ew naêşe. Eger tu bixwazî kesek wek heval dikane bi te re were.

Bi xêr were!

To the top of the page