Li Västra Götalandê lêçûyînên nexweşan
Patientavgifter i Västra Götaland

Skriv ut (ca 7 sidor)
Skriv ut

Naverok

Naverok

Hûn ê bêyî girêdana bi bikaranîn û neanîna xizmeta tenduristîyê ya bi destê herêma Västra Götalandê ye an xizmeta tenduristîyê ya taybet a bi herêmê re peyman girêdaye, pereyê heman lêçûyînan bidin.

Hin nexweşxane dikarin bi tenê peredayînê bi peretî bistînin: ev ên han bi pirranî nexweşxaneyên piçûk in. Berî ku tu herî bipirse.

Visa mer

Lêçûyîn

Lêçûyîn

Serîlêdana dixtoran di nava Xizmeta Tenduristîyê ya Sereke VGyê de

Serîlêdana navenda xizmeta tenduristîyê - 24 se’etên rojê

100 SEK  (navendên bijartî yên xizmeta tenduristîyê) 
300 SEK  (navendên din ên xizmeta tenduristîyê

Serîlêdanên malê

200 SEK  (navendên bijartî yên xizmeta tenduristîyê)
300 SEK  (navendên din ên xizmeta tenduristîyê

Serîlêdana dixtoran li nexweşxaneyên din 

Serîlêdana pisporên tenduristîyê yên tevahî bi nîvekarîya çalakîyên herêmî/wezîfedayînê
Serîlêdanên malê 

200 SEK

300 SEK 

Serîlêdana pisporên tenduristîyê yên tevayî yên din û serîlêdanên male

300 SEK

Serîlêdanên jinikologan
Serîlêdanên malan

200 SEK
300 SEK 

Serîlêdanên pisporên din
Serîlêdanên malan

300 SEK
400 SEK

Bi sewqkirina ji alîyê pisporên tenduristîyê an dixtoran ve serîlêdanên pêşîn ên pisporên din ên di nava xizmeta tenduristîyê ya sereke ya VGyê de

100 SEK

Peydebûna xizmeta tenduristîyê di nava Xizmeta Tenduristîyê ya Sereke ya VGyê de  

Serîlêdanên hemşîreyên-nexweşnihêrên herêmî, hemşîre-nexweşnihêr, memûrên xizmeta sosyalê, psîkolog  hwd., herweha ji bo wî tiştê ku bi awayê nimûnekirina navîn jî tê zanîn di rewacê de ye

50 SEK   (navendên xizmeta tenduristîyê yên bijare)
100 SEK  (navendên xizmeta tenduristîyê yên din

Peydebûna xizmeta tenduristîyê li nexweşxaneyên din 

Serîlêdanên hemşîreyên-nexweşnihêrên herêmî, hemşîre-nexweşnihêr, memûrên xizmeta sosyalê, psîkolog  hwd., herweha ji bo wî tiştê ku bi awayê nimûnekirina navîn jî tê zanîn di rewacê de ye

100 SEK

Serîlêdanên memûrên xizmeta sosyalê li nexweşxaneyên ciwanan

0 SEK

Serîlêdanên hekîmên karî û fîzyoterapîstan

80 SEK

Ji alîyê fîzyoterapîstan ve serîlêdanên malan

180 SEK

Navendên her dem vekirî – xizmeta tenduristîyê ya sereke (derveyê Xizmeta Tenduristîyê ya Sereke ya VGyê)

22.00-07.00, 7 rojên hefteyê 

Serîlêdanên dixtoran û peydekirina xizmeta tenduristîyê

300 SEK

Ên din

 

Di koman de serîlêdan/dermankirin

50 SEK

Bi rêya têlefonê, posteyê, e-mailê û hwd. Nivîsandina reçeteyê

0 SEK 

Lêçûyîna ji bo her rojeke ku hûn ji nexweşxaneyê re hatine qebûlkirin

80 SEK

Veguhestina bi ambulansê, çûn/hatina yek alî (zarok jî)

150 SEK

Nîşandayîna xwe ya mamografîyê

0 SEK

Testên nîşandayîna jinikolojîyê

100 SEK

Nîşandayîna abdominal xwe ya aortayê

100 SEK

Serîlêdanên guhestinî, testkirin/hînbûn an fêrbûna ji bo alîkarîyê

*)

Zîyaretên ku encama wan razandina nexweşxaneyê ne

*)

*) Dimîne li ser wê yekê ka hûn ê serî li çi xizmeta tenduristîyê bidin

Zarok û kesên ciwan

Hemû xizmetên tenduristîyê yên ji bo zarokan û kesên ciwan ên heta 19ê belaş in.

Xizmeta tenduristîyê ya belaş

Ev cûrên serîlêdanê belaş in:

  • Serîlêdanên nexweşxaneyên zarokçêbûnê/nexweşxaneyên berî zarokçêbûnê
  • Serîlêdanên nexweşxaneyên xizmeta tenduristîyê yên zarokan
  • Serîlêdanên nexweşxaneyên psîkîyatrîyê yên zarokan û ciwanan
  • Serîlêdana ji bo kontrola zarokanînê û bidawîanîna ducanîyê
  • Serîlêdanên ku têkilîya wan bi Yasaya Nexweşînên Bişof ên Swêdî heye.
  • Serîlêdana kesên di nezaretê de/girtî û girtîyên cîhên terbîyekirinê
  • Serîlêdanên kesên ku dê biçin hînbûna eskerîyê ya asa û hînbûna eskerîyê ya temamker a nava Hêzên Çekdar
  • Ji bo mebestên karê sosyal serîlêdanên memûrên xizmeta sosyalê
  • Hemû dermankirinên ji bo zarokan û kesên ciwan ên heta 19î
  • Şêwra bi rêya têlefonê

Ku hûn ji 30 deqîqeyî bêtir rawestin dê pereyê we li we were vegerandin

Ku we li beşeke xizmeta tenduristîyê ya bi destê herêma Västra Götalandê ji bo hevdîtinê dem veqetandibe, dive hûn ji dema hevdîtinê bêtirî 30 deqîqeyî ranewestin. Ku hûn dirêjtir hatin rawestandin, selahîyeta we heye ku hûn lêçûyîna nexweşî ya ku we razandine bi paş ve wergirin lê hûn û hê jî xizmeta destek û dermankirina hewce bistînin. Ev awa ji bo nexweşînên awarte serîlêdanên nexweşxaneyên awarte an nexweşxaneyên her dem vekirî di rewacê de nînin. Lêçûyînên nexweşî dê bi tenê di dema serîlêdanê de û ne paşê bi paş ve were vegerandin.

Lêçûyîna tevlînebûna te

Ku hûn bêyî betalkirinê tevlî serîlêdana xuyandî nebin, dive hûn pereyê lêçûyîna wê her wek ku hûn tevlî bûbin bidin. Daxwaza hevdîtinê divê bi kêmayî berî 24 seetan were betalkirin. Ger ku hûn di tevlîbûna serîlêdaneke ku we ji bo wê pere nedaye de bi ser nekevin, divê hûn 100 SEK pereyê lêçûyînê bidin. Ev lêçûyîn di cedwela parastina bihagiranîyê ve de nîne. Kerdên belaşîyê nikarin ji bo tevlînebûnên serîlêdanan bi kar werin.

Peredayîna bi fatoreyê

Ku hûn lêçûyînê bi pere an bi kerd nedin, dê ji we re ji bo lêçûyînê fatore were birrîn. 

Fäll ihop

Parastina ji bihagiranîyê, dermankirina li ser pêyan, 1100 SEK

Parastina ji bihagiranîyê, dermankirina li ser pêyan, 1100 SEK

Maneya parastina ji bihagiranîyê ew e ku pêdivêya we pê nîne hûn di dirêjahîya salekî de ji miqdarekî bêtir pere bidin.  Hûn ê lêçûyînên nexweşxaneyan ên di nava herêmê de, yên di beledîyeyên din de û yên di xizmeta tenduristîyê ya taybet de çê bûne daynin ser hev (ên ku bi herêmê re peymana wan girêdayî ye). Xerckirina we dikare di kerda bihagiranîyê de were qeydkirin. Dema ku hûn gihîştin asta tixûba xerckirina herî bilind, dê kerda belaşîyê ji we re were derxistin. Ew ê ji dema serîlêdana te ya pêşîn pê de ji bo 12 mehan xizmeta tenduristîyê ya belaş bide we.

Kerdên belaşîyê

Ku we serî li nexweşxaneyan dabe (wek nexweşê li ser pêyan) û ji bo xizmeta tenduristîyê û dermankirinê di nava salekê de tev li ser hev 1100 Kronê Swêdî dabe, êdî parastina ji bihagiranîyê tê û dê kerda belaşîyê ji we re were derxistin. Miqdareka xuyayî ya xizmeta diranan jî di nave de ye. Di carên ku çêkirina diranan ji bo dermankirina nexweşîneke xuyayî tê pêkanîn an jî wek çêkirina diranî ya pêwist tête nirxandin de birewac e.

Parastina ji bihagiranîyê ji bo veguhestina nexweşî, 1500 SEK

Dema ku parastina ji bihagiranîyê ket rewacê, divê hûn ji bo veguhestina nexweşî, ji bo salekê 1500 Kronê Swêdî bidin.

Tiştê ku hûn bikin ev e

Di her serîlêdanê de tesdîqê bi kerda xwe ya bihagiranîyê ve bizeliqînin, ji xebatkaran bixwazin ku we pereyê çi lêçûyînan daye. Ev kerd ji nexweşxaneyê tê peydekirin. Tevlî vê yekê hûn dikarin hemû tesdîqên xizmetê veşêrin û paşê pêşkêşî nexweşxaneyekê bikin. Dê xebatkar teqez bikin ku miqdara di kerda bihagiranîyê de qeydkirî ye rast e.

Ji bo ku hûn baş zanibin ku hûn negihîştine jimara ji bo ku hûn kerda belaşîyê ya dermankirinê bistînin, lêçûyînên ku we pereyê wan dabin car bi car kontrol bikin. Ku hûn ji asta bihayê bilind buhurîbin hûn nikarin pereyê xwe bi paş ve bistînin.  

Di parastina ji bihagiranîyê de çi heye?

Parastina ji bihagiranîyê wek nimûne di dema serîlêdana we ya nexweşxaneyê de û di dema standina xizmeta tenduristîyê ya ji alîyê hemşîreya-nexweşnihêra herêmê, fîzyoterapîst û psîkolog ve tê dayîn de xwedîrewac e. Ku selahîyeta we ji bo wê yekê hebe ku kîjan çêkerîya diranan pêwîst e an kîjan lênihêrtina diranan perçeyekî dermankirina nexweşînê ye, hûn dikarin van lêçûyînên nexweşî jî bixin navê.

Parastina ji bihagiranîyê hemû tişt nagire nava çarçoveya xwe. Wek nimûne van tiştan nagire nava xwe:

  • aşîyan
  • xwenîşandana parêzer, wek kontrolên mamografîyê û kontrolên tenduristîya jinikolojîyê
  • lêçûyînên serîlêdanan dema ku tu tevlî serîlêdanê nebû
  • lêçûyînên belgeyan
  • kopîyên notên we yên rewşê

Zarok û kesên ciwan

Hemû zarok û kesên ciwan ên di binê 18î de ku bi heman malbatê ve girêdayî bin parastina wan a bihagiranîyê parve dikin. Lêçûyînên zarokan di yek û heman kerdê de tên berhevkirin.

Ger ku hûn kerda xwe ya belaşîyê wenda bikin

Kerda xwe ya bihagiranîyê, tevlî notên lêçûyînên nexweşî yên ku we dane an tesdîqên ji dema ku we kerda belaşîyê bi dest xistiye qenc biparêzin. Ew ê paşê ji bo we ji bo bidestxistina kerdeka nû ya belaşîyê hêsantir be (tevlî heman dema derbasbûnê wek a pêşîn) ku hûn wendakirin an li derekî jibîrkirina kerdê xwe bi rê ve bibin. Hûn dikarin ji her kîjan nexweşxaneyê be alîkarîyê bistînin.

Hûn dikarin bêyî belgeyên ku we ji bo derxistina kerdê pêdivî pê hebû, kerdeke belaşîyê ya nû derxin. Di vê rewşê de, divê hûn bi nexweşxaneya ku we kerda belaşîyê jê derxistibû an ji nexweşxaneyeke din a ku we berê bi kerda xwe serî lê dabû û kerda we lê hatibû qeydkirin, hûn dikarin kerda xwe lê derxin.

Fäll ihop

Lêçûyînên dema razandina we ya li nexweşxaneyê

Lêçûyînên dema razandina we ya li nexweşxaneyê

Lêçûyîna her kesekî ku li nexweşxaneyê were razandin ji bo her rojê 80 SEK e.

Ku we nikaribe bêyî betalkirinê wek nexweşê razandî tevlî prosedura plankirî bibin, divê hûn 300 SEK pereyê lêçûyînê bidin. Betalkirin divê bi kêmayî 24 se’et berî dema hevdîtinê be. 

Her nexweşekî ku ji derfeta çalakîya bi temamî an a qotbûnê sûd wergire û di binê 40 salî de be dê heta 30 rojî ji bo her rojekê %50yê lêçûyînê bide. Nexweş dê piştî vî 30 rojî serê rojê 80 Kronî bidin.

Ku nexweş mir, dê deynê wî an wê ji mîrasê wî an wê were kuştin.

Xizmeta tenduristîyê ya belaş

Hinek nexweşên razandî belaş biderman dibin. Ev awa wek van nimûneyan di rewacê de ye:

  • Zarok û ciwanên heta 19î
  • Kesekî ku li gora  Yasaya Nexweşînên Bişof ên Swêdî xizmeta tenduristîyê distîne
  • Kesên di nezaretê de, kesên girtî û girtîyên di malên terbîyekirinê de.
  • Serîlêdana kesekî ku dê biçe hînbûna eskerîya asa û hînbûna eskerîya temamker a nava Hêzên Çekdar
  • Nexweşên destûrstandî û li derveyê nexweşxaneyê di nava 06.00 û 24.00ê de bi kêmayî 12 se’et bimînin.

Parastina ji bihagiranîyê ji bo lêçûyînên nexweşên razandî

Nexweşên razandî dê di nav 30 rojan de berbendî lêçûyînên nexweşan ên hemû ne bêtirî 1200 Kronî bin. Têrkirina xizmetê ji bo vê parastina ji bihagiranîyê. Xizmetên tenduristîyê yên bi razandinê yên ku li herêma Västra Götalandê di binê berpirsîyarîya hêrêmê de bi destê herêmê yan jî bi destê xizmetên taybet ên peymangirêdayî ve tên dayîn di çarçoveya parastina ji bihagiranîyê de ne.  

Fäll ihop
Skriv ut (ca 7 sidor)
Publicerad:
2012-10-22
Redaktör:

Vårdredaktionen, Västra Götalandsregionen.

Granskare:

Margareta Axelson, regionkansliets hälso- och sjukvårdsavdelning, Västra Götalandsregionen.