Wergirtina tahlîla hucreyî ya jinekolojiyê
Gynekologisk cellprovtagning – nordkurdiska

Skriv ut (ca 8 sidor)
Skriv ut

Bi kurtahî

Bi kurtahî

Di wextên diyar û mintezem de bi danîna tahlîla hucreyî ya jinekolojiyê meriv dikane xwe ji kansera rêya malzarokê biparêze. Tahlîla hucreyî ji lêva dawî ya malzaroka organa jinê tê wergirtin ku bi vêya jî meriv dikane zû pê bihese ka gelo guherîneka hucreyî çêbûye ku bibe sedema kansereka malzarokê an ne.

Gelek ji wan guherînên hucreyî yên ku têne tesbîtkirin sivik in û bi hêsanî dikanin xwe ji nû ve sererast bikin, lê hinek ji wan jî divê meriv ji wir rakin û bavêjin. Di kêmcarên awarte de tahlîla hucreyî dide xuyakirin ku meriv bi kanserê ketine. Wê çaxê jî meriv dizane ku kanser di dema xwe ya destpêkê de ye û bêguman tedawiya xwe jî bi hêsanî û bêyî êş û azareke zêde dibe. 

Li Swêdê di wextên diyar û mintezem de bangî jinan dikin ku ew tahlîlên hucreyî yê jinekolojiyê daynîn ku dibêjinê screening. Ku meriv di navbera salên 23 û 50 de be, ev bang ji sê salan carekê dibe. Û dûre jî heta ku meriv bibe 60 salî, ev bang normal ji pênc salan carekê dibe. Ku salên meriv di ser 50yî re be, ev rûtînên bangkirinê dikane li gor navçeyan were guhertin ku meriv li kuderê dijîn.

Ji ber hinek sedemên wekîdin jî meriv dikane tahlîla hucreyî li ba hemşîreya dapîrka herêmê an jî li ba jinekologekê dayne ku miayeneyeka jinekolojiyê were kirin.

Amadekariyên ji bo miayeneyê

Heger tu di halê bênimêjîyê de bî, tu fehsa şaneyên malzarokê nakî. Heger tu di eynî roja fehsê de bênimêj bibî, tu dikarî wextekê din veqetînî. Tu dikarê fehsa malzarokê bikî heger tu hamîle jî bî.

Miayene çawa dibe?

Dema ku tahlîl ê were girtin divê meriv ji navê û berjêr kincan ji xwe bike û li ser kursiyeka miayeneya jinekolojiyê xwe dirêj bike. Hemşîreya dapîrk an jî doktorek dikane bi awayên cuda tahlîlê wergirin. Bi piranî textikekî piçûk di lêva dawî ya malzarokê didin û dûre firçeyeka nerm û piçûk di kanala rêya malzarokê re heta jêr dibin.

Pirî caran li ser wergirtina evê tahlîlî divê meriv bersiva çend pirsan jî bide. Ji bo ku tahlîl bi awayekî rast û durust analîz bibe, dayîna bersivan gelekî girîng in.

Miayene çu êşekê çênake û tenê di çend deqeyan de xelas dibe. Bersiva tahlîla hucreyî jî meriv di wexteka şeş hefteyan de werdigire.

Piştî miayeneyê meriv xwe çawa hîs dike?

Çu xetereka wergirtina tahlîlê nîne. Dibe ku carina xwîn ji meriv biçe, lê tu xetereka xwe nîne.

Fäll ihop

Danîna tahlîla hucreyî ya jinekolojiyê çi ye?

Danîna tahlîla hucreyî ya jinekolojiyê çi ye?

Danîna tahlîla hucreyî

Wergirtina tahlîla hucreyî a jinekolojiyê ew e ku tahlîl ji jêra rêya malzarokê tê wergirtin ku dibêjinê lêva dawî ya malzarokê û ew jî xwe digêhîne vajînayê. Bi tahlîla hucreyî meriv dikane zûtir pê bihese ka guherînên hucreyî çêbûne ku bibe sedema kansereka rêya malzarokê an ne. Gelek ji wan guherînên hucreyî yên ku têne tesbîtkirin sivik in û bi hêsanî dikanin xwe ji nû ve sererast bikin, lê hinekên ji wan jî divê meriv ji wir rakin û bavêjin. Û li gel ku ne tiştekî normal e jî, carina ev tahlîl dikane nîşan bide ku meriv bi kanserê jî ketine. 

Ku meriv di wextên diyar û mintezem de tahlîla hucreyî dayne, meriv ê bikane bi awayekî xurt xwe ji kansera rêya malzarokê biparêze beriya ku ew guherînên hucreyî xwe veguhezin kanserê.

 

Tahlîla hucreyê ji jêra rêya malzarokê tê wergirtin ku dibêjinê lêva dawî ya malzarokê ku ew jî xwe digêhîne vajînayê.

Livmoder = malzarok

Äggstock = hêkdanik

Livmoderhals= rêya malzarokê

Livmodertapp= lêva dawî ya malzarokê

Slida= vajîna

Kontrolên demên diyar û mintezem

Wergirtina tahlîla hucreyî a jinekolojiyê jî di nav kontrolên tenduristiyê de tê hesibandin ku dibêjinê screening û li Swêdê bi awayekî rêk û pêkî bang li hemû jinan dikin ku vê miayeneyê bikin. Bi tesbîtkirina guherînên hucreyan û tedawiya wan a di wextê de kansera malzarokê di van 40 salên dawîn de gelek kêm bûye. 

Di hinek demên din de wergirtina tahlîla hucreyî

Ku meriv li ba hemşîreya dapîrka herêmê, an jî li ba jinekologekê be û ji ber hinek sedemên din miayeneya jinekolojiyê bibe, meriv dikane wê demê jî tahlîla hucreyî dayne. Carina ev tahlîla hucreyî jî dikane bibe parçeyek ji lêkolîna jinekologê, weke nimûne: ku meriv di adetên xwînê de guherînek hebe. Lê fersendeke baş e jî ku meriv tahlîleka screeningê dayne. Û ku meriv bizane wexta danîna tahlîlekê nêzîk e, an jî ku meriv danîna tahlîleka xwe ya hucreyî ji bîr kiribe, ev ji bo wê yekê jî baş e.

Guherînên hucreyî û kanser

Ku ji ber bakterî an jî ji ber enfeksyoneka vîrusî pîstika lîçokî azirî be, ev jî dibe sedem ku guherînên hucreyî peyda bibin. Û ev jî ji wan babetên guherînên hucreyî ye ku dikanin xwe nû bikin û veguhezin rewşa berê. Hinek guherînên hucreyî jî hene ku dikanin bibin sedemên kansera rêya malzarokê, lê evana dikanin bi alîkariya tedawiyeka piçûk ji holê rabin.

Ku meriv tahlîleka hucreyî ya nenormal hebe, divê lêhûrbûnek were kirin ku pirî caran jî doktorek ji bo miayeneyê bangî meriv dike. Wê çaxê jî şêwir û pêşniyarek li meriv dibe ka meriv van guherînên hucreyan ji holê rakin, an meriv bipên û binerin bê ew dikanin xwe nû bikin an ne.

Heta ku ew guherînên hucreyan xwe veguhezîne kansera rêya malzarokê wexteka dirêj divê, di rewşên normal de ev veguhezîn ji deh salan heta panzdeh salan wextê digire. Di wergirtina tahlîla hucreyan de ne tiştekî normal e ku meriv di dest de rastî kansereka pêşketî bên, lê gelek kêm caran kanserên pêşketî jî tesbît dibin. Wê çaxê jî kanser hîn di dema xwe pêşîn de ye û tedawiya wê dikane bi hêsanî û bi êş û azareke kêm bibe.

Li gel ku her sal nêzî 30 000 jin bersiva tahlîla xwe bi guherîna hucreyan digirin jî, ji van jinan tenê bi qasî 450 kes bi kansera rêya malzarokê dikevin.

Fäll ihop

Di demên diyar û mintezem de bangî jinan dikin

Di demên diyar û mintezem de bangî jinan dikin

Ji sê salan carekê bangî jinan dibe

Hemû jinên di navbera salên 23 û 50î de ji sê salan carekî têne bangkirin ku tahlîla hucreyî dayne. Û dûre di navbera salên xwe yên 50 û 60î de jî meriv ji pênc salan carekê têne bangkirin. Ku salên meriv di ser 50yî re be, ev rûtînên bangkirinê dikane li gor navçeyan were guhertin ku meriv li kuderê dijîn. Ew jinên ku berê tedawiya guherînên hucreyî bûbin, dikane piştî salên xwe î 60î jî pêwîstî bi kontrola tahlîlên hucreyî hebin. 

Meriv li kuderê qeyidkirî be û li kîjan navnîşanê niştecî be ev banga ji wir re tê şandin. Û meriv bi dilê xwe ye ka meriv dixwaze beşdar bibe an ne.

Meriv li kîjan navendê tahlîlê datîne?

Dema ku ev bang ji meriv re were, hemşîreyeka dapîrka herêmê li navenda dapîrkiya herî nêzîk tahlîla hucreyî ji meriv werdigire ku jê re navenda lênêrîna dayikan jî dibêjin. Pirî caran meriv wexteka diyar ji bo vê yekê vediqetînin. Lê li hinek herêman meriv dikane ji navendên miayeneyên herêmên din jî vê wextê veqetînin.

Ku meriv ji bo miayeneya jinekolojiyê tahlîla hucreyî dayne, weke nimûne: li ba jinekologekê an jî li ba şêwra pêşlêgirtina avisiyê, ew tahlîl jî di rewşên normal de têne qeyidkirin ku piştî sê an jî pênc salan ji bo kontrola tahlîla hucreyî bangî meriv bikin.

Fäll ihop

Hinek kesan pêwîstî bi danîna tahlîlê nîne

Hinek kesan pêwîstî bi danîna tahlîlê nîne

Ew kesên di bin 23 û di ser salên xwe î 60î re bin nayên bangkirin

Ku salên meriv di binê 23an de be, ji bo kontrola tahlîla hucreyî meriv nayên bangkirin. Li gel ku di van salan de guherînên hucreyî zêde bin jî ji ber salên wan î ciwan ew hucre xwe bi xwe durust dibin û tên rewşa berê. Tiştekî ji normaliyê gelek û gelek dûr e ku di van salên ewqas zû de kansera rêya malzarokê li meriv peyda bibe.

Ku meriv beşdarî kontrola tahlîlên hucreyî yên jinekolojiyê bûbin û piraniya tahlîlên meriv jî normal deketibin, piştî salên 60î êdî ew xetera ku meriv bi kansera rêya malzaokê bikevin gelekî kêm e.

Ew kesên ku neketibin têkiliyên seksî pêwîstî bi danîna tahlîlê nîne

Ku meriv hîç neketibin têkiliyên seksî, pêwîstî bi danîna tahlîla hucreyî jî nîne. Kansera rêya malzarokê tenê li wan jinan peyda dibe ku ketibin têkiliyên seksî û bi wê rêyê babetek ji babetên nexweşiya HPVê, humant papillomvirus, derbasî wê dibe.

Ku meriv homoseksuel be

Ku meriv homoseksuel be, baştir e ku meriv di demên diyar û mintezem de biçin kontrola tahlîla hucreyî, lewra ew vîrûsa ku tesîra xwe li guherîna hucreyan dike, dikane ji jinê jî derbasî jinê bibe.

Ku meriv malzaroka xwe bi emeliyatê ji xwe dûrxistibe

Ku meriv tevayiyê malzaroka xwe bi emeliyatê ji xwe dûrxistibe ku jê re dibêjin, tevayiyê hysterektomi, wê çaxê ne pêwîst e meriv biçin kontrolên tahlîla hucreyî, ji ber ku bi emeliyata malzarokê re ew lêva dawî ya malzarokê jî bi tevayî pê re çûye. Lê ku emeliyat ji ber rêya malzarokê an jî ji ber guherîna hucreyên rêya malzarokê bûbe, wê çaxê divê meriv çûyîna kontrolên xwe berdewam bike. Û wê çaxê jî tahlîlek ji aliyê jora vajînayê tê wergirtin. 

Ku meriv baş pê ne ewle be ka meriv ji çi û kîjan babetî emeliyat bûbe, an jî çi dever ji meriv hatiye jêkirin, meriv dikane ji wê klînîka ku emeliyat lê çêbûye bipirse. Li navenda dapîrkiyê an jî li navenda lênerîna dayikan pirî caran hemşîreya dapîrk jî dikane vê enformasyonê derxe. Lê ku meriv baş pê ne ewle be, ji bo silametiyê a herî baş ew e ku meriv tahlîleka nû dayne.

Fäll ihop

Miayene weha dibe

Miayene weha dibe

Amadekariyên ji bo miayeneyê

Pêwîstî bi awayekî taybet nîne ku meriv xwe amadeyî miayeneya hucreyî bike, lê divê roja beriya miayeneyê meriv xwe ji têkiliyên cinsî dûr xistibe û krem û melhemek jî di vajîna xwe nedabe. An ne tahlîl dikane bibe sedemê têgêhîştin û helsengandineka çewt. Herweha di dema adeta xwe ya xwînê de jî divê meriv tahlîla xwe daneyne.

 Tahlîla ji lêva dawî ya malzarokê

Beriya miayeneyê divê meriv ji navê û berjêr kincan ji xwe bike û xwe li ser kursiyeka miayeneya jinekolojiyê dirêj bike. Ew kesa tahlîlgîr, ku hemşîreyeka dapîrk an jî doktorek e, bi wan amûrên jinekolojiyê ku germiya xwe jî bi qasî germiya laşî ye, hêdîka hêlên vajînayê ji hev dike.

Û tahlîl ê çawa were girtin, ji navendekê bo navendeke din dikane hinekî were guhertin. Di rewşên normal de û bi piranî textikekî piçûk an jî plastikeke piçûk di lêva dawî ya malzarokê didin û dûre firçeyeka nerm û piçûk di kanala rêya malzarokê re heta jêr dibin.

Wergirtina tahlîlê normal wexteke zêde nagire û di çend deqeyan de xelas dibe. Û çu êş û azarekê çênake. Hinek kes dikane naxoşiyekê li xwe hîs bikin lê zû derbas dibe.

Pirsên ku meriv dibersivîne

Pirî caran li ser wergirtina evê tahlîlî divê meriv bersiva çend pirsan jî bide, weke nimûne:

  • adeta dawîn kîjan rojê bûye, an jî ka meriv ji adeta xwînê ketine an ne
  • gelo meriv alavên pêşlêgiriya avisiyê bi kar tîne, ku bi kar tîne gelo kîjan e
  • gelo meriv ji bo êşên klimakterieyê tedawiya hormonî dibin an ne
  • ka meriv di sala dawîn de avis bûne, an jî meriv zarok çêkirine an ne

Ev agahdarî bi tahlîlê re têne şandin ku di helsengandinê de karê laboratûwarê hêsantir bike.

Dibe ku dûre hinek xwîn ji meriv biçe lê xetera xwe nîne

Pîstika lîçokî ya rêya malzarokê dikane hinekî xwîn bibe û ev jî tiştekî gelekî normal e ku piştî miayeneyekê hinek xwîn ji meriv biçe û xetera xwe jî nîne. Piştî rojekê xwîn radiweste.

Kesên avis dikanin tahlîlê daynin

Çu xetereka wergirtina tahlîlê nîne û di dema avisiya xwe de jî meriv dikane tahlîla xwe wergirên. Pêşniyarên ji bo vê yekê ew e ku dibêjin derengtirîn tahlîla xwe ya herî dawîn divê meriv di avisiya xwe ya 15 hefteyî de bike, lewra bi dirêjbûna dema avisiyê re wergirtina tahlîlê jî dijwartir dibe.

Fäll ihop

Kengî meriv bersivê werdigirin?

Kengî meriv bersivê werdigirin?

Piraniya bersivan çu guherînan nîşan nadin

Piştî şeş hefteyan meriv nameyeke bersiva tahlîla xwe werdigirin, lê carina ev dema dirêjtir jî dajo. Ji 100î nêzîkî 95ê van tahlîlan nîşan didin ku çu guherîn çênebûye û gelekî normal nîşan didin. Bersiv ji meriv re dîrekt ji laboratûwarê dişînin malê.

Ku tahlîl ji navendeka jinekolojiyê re, an jî ji navendeka pêşlêgiriya avisiyê re were şandin, tê wê maneyê ku ew kesa tahlîlgir xwestiye meriv ji wir bersivekê wergire.

Di hinek rewşên nenormal de ku tahlîl analîz nebûbe, weke nimûne: ku gelek xwîna adetê li nav ketibe, wê çaxê careke din bangî meriv dikin ku meriv ji nû ve tahlîleka hucreyî dayne.

Ku tahlîl nîşan bide di hucreyan de guherîn heye

Ku tahlîl nîşan bide di hucreyan de guherînek heye, wê çaxê ew ê lêhûrbûnek li ser were kirin. Ku meriv guherîna hucreyan bi awayekî sivik hebe û ku meriv 30 an jî 35 salên xwe tijî kiribe, sînorê salan li gor navçeyan e ku meriv li kuderê welêt dimînin, wê çaxê dîrekt bi testeke vîrusê miayene li ser tahlîlê çêdibe. Ew test kontrolê dike ka meriv tiştekî wekî HPV heye an ne, yanî humant papillomvîrusa ku xetara kansera rêya malzarokê çêdike. Ew kesên ku ji evê babeta HPV-ê pêre hebin, tenê ew dikanin werin miayeneyê. Lê ku meriv guherîna hucreyan bi awayekî sivik hebe ku xetara vîruseke welê lê tunebe, wê çaxê tenê piştî salekê pêwîstî bi wergirtina tahlîleka nû heye.

Ew hemû jinên di bin salên 30 an jî 35an re ku guherînên hucreyî lê peyda dibin, ji bo wan jî pêşniyar dibe ku ew li ba jinekologekê miayene bibin. Lê carina hinek kesên ku li hinek navçeyên welêt dimînin jî, hemşîreyên dapîrk bangî wan dikin ku li navendên wergirtina tahlîlên hucreyî tahlîlên nû daynin. Ew jinên ku di ser salên 30 an jî 35an re bin û guherînên hucreyî yên ne sivik lê peyda bûbin, ji bo wan jî tê pêşniyarkirin ku biçin li ba jinekologekê miayene bibin.

Wergirtina tahlîlên hucreyî bi awayekî tekûz meriv ji kanserê naparêze

Bi rêk û pêkî ew kontrolên tahlîlên hucreyî bi awayekî xurt meriv ji kansera rêya malzarokê disitirîne, lê bi tevayî bi awayekî kamil naparêze. Li gel ku tahlîla meriv ya hucreyî normal be jî, meriv dikane bi kansera rêya malzarokê bikevin, lê gelek kêm caran welê dibe. Li gel ku meriv bi rêk û pêk diçin kontrolên tahlîlên hucreyî jî: ku di têkiliyên cinsî de xwîn ji meriv biçe, ku car bi car di navbera adetên xwînê de xwîn ji meriv biçe, an jî ku meriv ji adetê ketibe û dîsa jî xwîn ji meriv here, divê meriv biçin tedawiyê.

Meriv hertim dikane telefonî şêwra lênerîna nexweşan bike û pê bişêwire ka meriv ê berê xwe bide kuderê.

Ji wergirtina tahlîl û bersiva wê meriv dikane tirs û tatûlekê li xwe hîs bike

Danîna tahlîla hucreyî dikane bi meriv zehmet were. Weke nimûne: heta ku bersiva tahlîlê were, meriv dikane tirs û tatûlekê li xwe hîs bike. Lê baştir e meriv li wê yekê bihizire ku danîna tahlîlê rêyek e û meriv pê xwe ji kanserê disitirîne. Gelek ji wan guherînên hucreyî yên ku têne tesbîtkirin, hertim jî rê heye ku meriv bikane wan bi hêsanî ji wir rake û nehêle ew bi pêş bikevin û bibin kansereka siberojê.

Tiştekî gelekî dûr e ku tahlîlek nîşan bide kansereka pêşketî li meriv peyda bûye. Gelek kêm caran bi kontrola tahlîla hucreyî meriv pê dizane ku kanserek heye, lê ew jî ewqas di dema xwe ya destpêkê de ye ku tedawiya wê jî bi hêsanî û bêyî êş û azareke zêde dibe. Bi alîkariya tahlîla hucreyî, nexweşî tesbît dibe û xetera ku meriv bi awayekî ciddî nexweş bikeve kêm dibe.

Meriv bi xwe biryarê dide ka tahlîlên meriv werin hilanîn an ne

Ew tahlîla ku meriv li navenda wergirtina tahlîla hucreyî datîne, di rewşên normal de tê hilanîn. Weke nimûne: ew tahlîla nû ê bi tahlîlên kevin ve miqayese bibe ka ew ê çi bibe. Ji bilî vî jî ev tahlîlên ha ji bo lêkolînan, an jî ji bo tiştên wekîdin bi kar tên ku ev ji aliyê komîteyeka etîka lêkolînan ve jî hatiye qebûlkirin. Ku meriv nexwaze tahlîla meriv ji bo rojên pêş were hilanîn, meriv dikane ji wê kesa tahlîlgir re bibêje û herweha ew tahlîl ê ji navê rabe.

Agahiyên li ser wergirtina tahlîlan jî di qeyidên kalîteyî de têne parastin û ji bo ku lênêrînên nexweşan baştir bêne kirin bi kar tên. Ku meriv nexwaze ev agahiyên li ser meriv jî bêne parastin, meriv dikane bibêje û herweha ew jî ji navê radibe.

Fäll ihop
Skriv ut (ca 8 sidor)
Senast uppdaterad:
2016-11-15
Skribent:

Nivîsende: Björn Strander, gynekolog, Gynekologiska mottagningen, Kungshöjd och Regionalt Cancercentrum Väst, Göteborg

Redaktör:

Redaktor: 

Monica Wallenius, 1177 Vårdguiden

Granskare:

Lêhûrbûn: Inga Sjöberg, gynekolog och förlossningsläkare, Ersboda hälsocentral, Umeå

Illustratör:

Illustrator: Kari C Toverud, certifierad medicinsk illustratör, Oslo, Norge